Li derdora bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê di navbera şêniyan û çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de rageşî zêde bûne.
Şêniyên gundên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz de ne, ji bo kirîna pêdiviyên bingehîn, cotkirina erdê xwe, berhevkirina berhemên xwe, rojane bi motorsiklêtan û erebeyan, diçûn Dêr Hafirê, lê ev bendên ku hatin danîn, li pêşiya wan asteng dibin .
Şêniyên gundan, bi taybet ên gundê Şiwêlix li hember vê kiryarê nerazîbûnê nîşan dan.