Dana gas li başûrê Kurdistanê hilberandina xazê rawestandiye

Piştî ku Başûrê Kurdistanê bi êrîşên dronan re rûbirû ma, kampanyaya Dana Gas ku hilberînera sereke ya xaza xwezayî ye, li zeviyê Kormorê karên xwe rawestandin. Ev yek jî bû sedema kêmkirina kehrebeya nîştimanî û welatî ji bo bidestxistina tûpa xazê ketin dorê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê êrîşên dronî bûn sedema qutbûna kehrebeya nîştimanî û kêmbûna bihabûna sotemeniyê.

Piştî ku bi heşt dronan êrîşî bajarê Hewlêrê hat kirin, kompanyaya Dana Gas hilberandina xaza xwezayî li zeviyê Kormorê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê rawestand.

Hevdemî vê, ew xaza ku berê hilberandî ye û di embaran de parastî ye, bi çend tankeran veguhestin.

Rawestandina hilberandina xazê bûye sedema kêmkirina kehrebeyê

Ew jî bû sedema qutbûna kehrebeya nîştimanî li seranserî Başûrê Kurdistanê û welatî şeva borî di tariyê de man.

Hevdemî vê yekê, ji ber birîna kehrebeyê li gundê Coblax ê ser bi qezaya Dukanê ve, bi hezaran masî yên ku di hewzan de hatibûn xwedîkirin, mirin û ziyaneke mezin a madî gihîşt xwediyên wan.

Duh bi awayeke giştî li başûrê Kurdistanê kehrebe hate qutkirin

Wezareta Kehrebeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi pirsgirêka kehrebê re mijûl in û dê çaresr bikin.

Wezaretê îro daxuyaniyeke din da û diyar kir ku wan bi hevahengiya Wezîrê Samanên Xwezayî yê bi wekalet, ji bo çareseriyê tîmek erkdar kiriye, da ku pirsgirêkê çareser bikin.

Welatî ji bo wergirtina tûpeke xazê ketine dorê

Ji bilî qutbûn û kêmkirina kehrebeya nîştimanî, şeva borî welatiyan ji bo wergirtina tûpeke xazê ketin rêzê.

Ew jî ji ber ku tirs li ba xelkê hebû ku xaz nemîne û bihayê wê jî bilind bibe.

Berya niha di şerê 40 rojî yê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê de, bihayê tûpeke xazê gihîştibû nêzîkî 35 heta 40 hezar dînarên Îraqî.

Bihayê lîtreyek benzîna normal gihîşt 1350 dînarî

Hevdemî vê yekê, bihayê lîtreyek benzîna normal ji 950 dînarî gihîşt 1350 dînarî.

Heta niha hikûmeta Başûrê Kurdistanê ti daxuyanî li ser rûdan û çareserkirina van pirsgirêkan nedaye.

Ev yek jî bûye sedema nîgeraniya welatiyan, ji ber ku nizanin bê ka ev rewş dê heta kengî bi vî şêwazî berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye