Li Kobanê daxwaz tê kirin ku deriyê sînor bê vekirin
Heta niha deriyê Kobanê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de girtî ye. Ne Hikûmeta Tirkiyê û ne jî Hikûmeta Sûriyê tu gav ji bo vekirina vî deriyê sînorî navêtine. Bazrigan û kedkarên bajarê Kobanê daxwaz dikin ku ev derî bê vekirin û dibêjin heger deriyê Kobanê bê vekirin wê bandoreke erênî li tevgera bazirganiyê û û çûnûhatinê jî bike, di encamê de wê nirxên kirîn û firotinê erzantir bibin.