Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan pirsên Medya Haber Tv yê bersivand.
Duran Kalkan derbarê rewşa dawî ya pêvajoyê de axivî û da zanîn ku, pêvajoya ku beriya 2 salan hatiye destpêkirin hatiye merhaleke nû.
Kalkan her wiha bal kişand ser hêzên hatin vekişandin û got ku, ne li ser sînor ne jî li nava Tirkiyê hêzên wan yên çekdar ku li ser ewlekariya Tirkiyê bibe gefek, nema ye û axaftina xwe wiha domand:
''Êdî gefek li ser Tirkiyê nîne. Ev yek gihîştiye vê astê. Gavên bi vî rengî hatin avêtin. Pirsgirêk di vê çarçoveyê de gihîştiye çareseriyê. Gelek hevalan jî bal kişandin ser; êdî ji vê wêdetir ji bo em karibin gavan biavêjin, ji bo karibin biryarên xwe bi cih bînin divê mercên guncaw bêne afirandin. Ev merc çi ne? Beriya her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. ''
Duran Kalkan: Tirkiyê dibêje lê pêk nayne
Duran Kalkan her wiha axaftinên Devlet Bahçelî ku di derbarê pêvajoyê de digot ''em dilsozê gotinen xwe ne veger je nabe'' bibîr xist û wiha got:
Gotin heye, çalakî, pratîk nîne. Di daxuyaniya xwe ya destpêkê de jî ji bo Rêber Apo gotibû, bila bê li meclîsê biaxive. Hatina li meclîsê li aliyekî, têkildarî statuya Rêber Apo hîn biryarek nehatiye wergirtin. Dewleta Tirk qet qala mafê hêviyê nake nêzîkatiyek jî nîne. Lewma biryardariya wî baş e. Diyar e naxwaze pêvajoyê biqedînin.
Duran Kalkan her wiha got ew jî bi biryarin ku pêvajoyê bi pêş ve bibin.
Duran Kalkan: Bila hesabê şaş nekin
Duran Kalkan derbarê nêzikatiya dewleta tirk û nîqaşên dê bimeşe an na jî wiha nirxand:
Em hêvîdar in ku hesabên şaş nakin. Muxatabên me. Bila ji bo me nebêjin ku nikarin tiştekî din bikin, nikarin vî karî bi hêza xwe bimeşînin. Bila me welê nebînin ku em mecbûr in bi wan re kar bikin. Weke ku dîmenekî bi vî rengî li holê heye. Kêm zêde em fêhm dikin bê dixwazin çi bikin, çi plan dikin, li pey çi ne. Nêzîkatiyên xetere hene.
''Divê desteya aştî û siyasîbûnê bixebitiya''
Duran Kalkan têkîldarî desteya aştî û siyasîbûnê ku girêdayî pêvajoya heyî hatî avakirin de axivî û got diviyabû Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan bihata avakirin, bixebitiya.
Duran Kalkan: Tişta ji me re hate gotin pêk nehatin
Duran Kalkan destnîşankir ku derveyî hin hevdîtinên bi Îmraliyê re guhertineke pir cidî nîne.
Tişta hate gotin ti ji wan nehate kirin. Soz bi cih nehate anîn. Bang kirin, soz dan raya giştî. Ev yek bi cih nehate anîn. Belê li Îmraliyê berê tecrîdeke giran hebû, bi salan destûra hevdîtinê nedihate dayin. Em bibêjin hin hevdîtin dibe, şandeyên cuda, ew jî li derdora DEM Partiyê mehê, carna jî du mehan carekê diçin hevdîtinê dikin, li gorî daxwaza dewletê.
Duran Kalkan herî dawî bang li raya giştî ya Tirkiyê û cîhanê kir û got hemû bi vê zanibe; ti gefeke endamên PKK'ê li ser ewlekariya Tirkiyê nîne û herî kêm bi 60 kîlometreyî dûrî sînor in.