Wezîrê karên derve yê Rûsyayê serdana Tehranê kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, serdana Tehranê kir. Di serdanê de bi Ebas Îraqçî û Mesûd PIzîşkiyan re, hevdîtin pêk anî. Lavrov ragihand ku Moskova pabendî peymana hevkariya stratejîk a bi Tehranê re ye. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî got ku hevkariya Îran û Rûsyayê tu carî wekî îro ewqas nêzîk nebûye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di çarçoveya xurtkirina pêwendiyên siyasî di navbera Îran û Rûsyayê de, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov,serdana Tehranê kir.

Li wir jî bi berpirsên Îranê re, li ser xurtkirina têkiliyên dualî, guhertinên herêmî û navneteweyî, nîqaş kir.

Îraqçî: Îran û Rûsya xwedî taybetmendiyeke stratejîk in

Di destpêka serdanê de, Lavrov bi Ebas Îraqçî re civînek berfireh û bilez pêk anî.

Ebas Îraqçî ragihand ku têkiliyên Îran û Rûsya xwedî taybetmendiyeke stratejîk in.

Îraqçî: Rewşa bêewlehiyê li Tengava Hurmizê didome

Her wiha got ku rewşa bêewlehiyê li Tengava Hurmizê didome.

Îraqçî tekez kir ku ew êrîş bandorên neyînî li ser aramiya herêmê dikin.

Lavrov: Bazirganiya me bi Îranê re 21% zêde bûye

Di heman demê de Sergey Lavrov jî eşkere kir ku rêjeya bazirganiya dualî ji sala borî de ji sedî 21 zêde bûye.

Lavrov diyar kir ku Rûsya di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de li dijî hewildanên ku armanca wan rewa nîşandana êrîşan li ser Îranê bûne, helwesta xwe parastiye. 

Pizîşkiyan: Di navbera Îranê û welatên herêmê de nakokiyên bingehîn tune ne

Piştre Lavrov bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.

Di vê civînê de, Pizîşkiyan bang li her du aliyan kir ku lezê bikin di pêkanîna peyman û lihevkirinên ku di navbera wan de hatine îmzekirin.

Pizîşkiyan destnîşan kir ku di navbera Îranê û welatên herêmê de nakokiyên bingehîn tune ne.

Pizîşkiyan: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê dê tengezariyê zêde bike 

Di heman demê de, hebûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di herêmê de wekî faktoreke ku dikare tengezariyê zêde bike nirxand.

Bi vê yekê, Tehran û Moskova dixwazin bi pêkanîna peymanên stratejîk, rola hevbeş di pêvajoyên herêmî û navneteweyî de zêdetir bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye