Kompaniya Petrolê ya Neteweyî ya li Ebû Debî, ADNOC ragihand ku yek ji keştiyên wê di demjimêrên serê sibehê yên roja şemiyê 8ê tebaxê de dema ku di Tengava Hurmizê re derbas dibû, bi mûşekekê hatiye armanckirin.
Kompaniya ADNOC lê zêde kir di êrîşê de ti birîndarî çênebûne û niha rewş di bin kontrolê de ye.
ADNOC: Ji destpêka şer 15 keştiyên me rastî êrîşan hatine
Berî vê êrîşê jî, Kompaniya ADNOC roja înê ragihandibû ku ji destpêka şerê Îranê ve, 15 keştiyên wê dema ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn, rastî êrîşên mûşekî û dronan hatine, ku sê ji wan vê hefteyê qewimîne.
Li gorî daxuyaniya kompaniya ku navenda wê li Îmaratê ye, ev êrîş bûne sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 20 endamên ekîbên keştiyan.
ADNOC da zanîn ku ew bi hevkariya rayedarên berpirsiyar tedbîran digire, da ku karmend, mal û milkên xwe biparêze.
Di dawiyê de, Kompanyaya ADNOC tekez kiribû ku divê azadiya keştivaniyê û derbasbûna biewle û bênavber a keştiyên bazirganiyê di rêyên avê yên navneteweyî re were rêzgirtin û parastin.
Îmaratê êrîşa li ser keştiya kompaniya Adnocê şermezar kir
Têkildarî bûyerên êrîşên Îranê yên li ser keştiyên kompaniya ADNOC, Wezareta Karên Derve ya Îmaratê daxuyaniyek weşand.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de, êrîşa mûşekî ya roja şemiyê sibehê ya li ser keştiya kompaniya ADNOC şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di daxuyaniya xwe de ev peyam da:
"Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya biryara 2817 a Konseya Ewlekariyê ye.
Armanckirina keştiyên bazirganiyê û bikaranîna Tengava Hurmizê wekî amûreke zextê yan ji bo şantajkirina aborî, kiryarên korsaniya deryayî ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve ne.
Kiryarên wiha, rasterast gefê li aramiya herêmê, gelê wê û ewlehiya enerjiya cîhanî dixwin."
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Îmaratê bang li Îranê kir ku êrîşan rawestîne, pabendî rawestandina tevahî ya dijminatiyê bibe û bi tevahî û bê şert û merc Tengava Hurmizê ji nû ve veke.