Hinardekirina rojane ya petrola Îraqê 3.4 milyon bermîl zêde bûye

Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand ku di rojekê de hinardekirina petrolê ji bo 3.4 milyon bermîlan zêde bûye. Ev jî di demekê de ye ku di meha borî de nêzîkî sê milyon bermîl bû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tevî aloziyên li Tengava Hurmizê, hinardekirina petrolê bi rêya sê rêyan didome.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed ragihand ku hinardekirin bi rêya Tengava Hurmizê û Bendera Cîhanê ya Tirkiyê pêk tê.

Ji bilî veguhastina petrolê bi tankeran bi rêya Sûriyê.

Her wiha Wezîrê Petrolê ser zêde kir ku tevî şer jî, SOMO’yê di 24 saetan de bê navber petrol hinarde kiriye.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê da xuyakirin ku Wezareta Petrolê ji bo xurtkirina dahata darayî dixebite ku şiyanên hinardekirinê zêde bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye