Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara qezayên trafîkê zêde bûne

Di demên dawî de, li Bakur û Rojhilata Sûriyê, qeza zêde bûne, Rêveberiya Trafîkê da xuyakirin ku sedemên qezayan ên sereke, leza zêde û bicihneanîna rêzikên trafîkê ne. Rêveberiya Trafîkê eşkere kir ku ew ê li hemberî kesên ku rêzikan pêk naynin tedbîrên qanûnî bigirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Gelek sedem hene ku dihêle li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hejmara qezayan zêde bibe, hinek ji kêmasiyên gel in û hinek jî dikevin ser milê rêveberiyê.

Di dema dawiyê de jî, hejmar gelekî zêde bûye, lewma divê nirxandinek baş li ser çêbibe, da ku çareserî jê re were peydakirin.

 

"Di encama qezayan de, gelek kes mirin û birîndar bûn"

 

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyek da û sedemên sereke yên qezeyan şîrove kirin.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê dest nîşan kir ku di encama wan qezayan de, gelek kes mirin û birîndar bûn. Ev jî bandoreke neyînî li ewlehî û aştiya civakê dike, lewma divê sedemên qezayan bê naskirin da ku çareserî jê re were peydakirin.

 

"Sedemên sereke yên qezayan leza zêde"

 

Rêveberiyê da zanîn ku leza zêde, nepejirandina rêzika trafîkê, derbasbûna çewt û bikaranîna ne ewle ya wesayîtan e û xemsarî û nebûna lênêrîna bi rêk û pêk a wesayîtan jî, bûne sedema zêdebûna qezayan.

 

Rêveberiya trafîkê: Em ê cezayên tund bikar bînin  

Di Daxuyaniyê de rêveberiyê tekez kir ku wê cezayên tund li dijî kesên ku qanûnên trafîkê bi cih neynin bikar bînin û wê hesab ji kesên ku jiyana mirovan dixin xetereyê, bixwazin.

Di daxuyaniyê de, hat şîretkirin ku divê ajokar li gorî leza ku hatiye diyarkirin û nîşaneyên trafîkê tev bigerin.

 

Trafîkê banga xurtkirina koordîne bi aliyên tenduristî û ewlehî re kir

 

Trafîkê bang li saziyên ragihandinê û yên civakî kir, da ku pêngavên hişyarkirinê li dar bixin.

Di heman demê de, Trafîkê banga xurtkirina koordîneyê, bi aliyên tenduristî û ewlehî re kir da ku bersîfa lezgîn ji qezayan re, were dayîn.

 

Trafîkê sersaxî ji malbatên qurbaniyên qezayên  trafîkê re xwast

 

Trafîkê bang li malbatan û civakê jî kir, da ku  bibin alîkar, şîretan li ajokaran, bi taybetî jî ciwanan bikin, da ku pêşî li cezayan were girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Trafîkê, sersaxî ji malbatên qurbaniyên qezayên  trafîkê û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwast.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye