Salek derbasbû hê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava nebûye

Îro salvegera hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber nakokiyên YNK û PDK ya li ser wezaret û serokatiya parlamentoyê, hikûmeta herêma Kurdistanê nehate avakirin û deriyê parlamentoyê her girtî maye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Weke îro di  20`ê Cotmeha 2024`an de hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk hat.

 

Di vê hilbijartinê de PDK’ê 39, YNK’ê 23, Nifşê Nû 15, Yekgirtê Îslamî 7, Komeleya Dadgerî 3, Helwêst 4 Bereya Gel 2, Hevpeymana Herêma Kurdistanê 1 û Tevgera Goran jî 1 kursî bi dest xistin.

 

Piştî ku hilbijartin pêk hat di dîroka 2`yê kanûna 2024`an de Parlementoya Herêma Kurdistanê rûniştina yekemîn pêk anî.

 

Ji ber nelihevkirina PDK û YNK’ê ya li ser wezaretan Parlemento nekariye civîneke din pêk bîne.

 

Ji ber vê heta niha ne parlemento hatiye vekirin û ne jî namzet hatine diyarkirin.

 

Civînên YNK û PDK'ê bê encam bûn

 

Di nava sala borî de ji bo avakirina hikûmetê, YNK û PDK gelek caran li hev civiyan.

 

Di civînan de raste rast Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî amade bûn.

 

Lê heta niha li hev nekirine û nelihevkirina wan jî li ser wezaretên li nava hikûmetê ye.

 

Di derheqê vê mijarê de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di propagandaya hilbijartinê gotibû ku divê her aliyek li gorî hêz û ew dengên bi dest xistine tevlî hikûmetê bibin.

 

Li hemberî vê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî got: ``Eger ez razî nebim li vê Kurdistanê ti hikûmetek nîne ava bibe. Em xeletiyên berê dubare nakin``

 

 

PDK û YNK'ê  li ser wezaret û serokatiya parlamentoyê li hev nakin

 

PDK û YNK li ser  Serokê Herêmê, Wezareta Navxwe, Wezareta Çavkanî û Enerjiyê, Meclisa Asayîşa Herêmê  li hev nakin.

 

Li aliyekî din jî Amerîka û Ewropa zextê li PDK`ê û YNK`ê dikin da ku di demeke nêz de hikûmeta xwe ava bikin, lê tevî vê yekê jî her du alî li ser daxwazên xwe bi îsrarin.

 

Baweriya welatiyan li hilbijartinê nemaye

 

Ji aliyê din ve jî ne avakirina hikûmetê bandoreke neyînî li ser  civak, karê rêveberin û parlamentoyê dike.

 

Ji ber van sedeman karmend û mamosteyan mûçeyên xwe yên mehên sala borî û  yên sala 2025'an negirtine.

 

Li aliyekê qeyrana siyasî û  aborî dewam dike, li  aliyekî din jî nirxên av, sûtemenî û elektirîkê jî li ser civakê zêde kirine.

 

Çavdêrên siyasî dibêjin;  ji ber van sedeman baweriya welatiyên Herêma Kurdistanê bi hilbijartinan nemaye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye