Civîna çaremîn a encumena hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê û Îraqê, hat lidarxistin

Îro li Luksembûrgê , civîna çaremîn a Encumena Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê û Îraqê, hat lidarxistin. Di civînê de, rewşa ewlehiyê, hatina koçberan, helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî koçberan û hewandina wan nîqaş kirin. Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir herêma Kurdistanê di warê enejiyê de, dikare bi Ewropayê re, alîkar be.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev demeke ku petrola Herêma Başûrê Kurdistanê tê hinardekirin û frotin.

 

Îro li Luksembûrgê , civîna çaremîn a Encumena Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê û Îraqê, hat lidarxistin

 

"Pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hatin gotûbêjkirin"

 

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku şandeya wan rewşa Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û civînên borî û destkeftiyên vê dawiyê gotebêj kirine.

 

Sefîn Dizeyî : Îraq ber bi demokrasiyê ve gavan diavêje

 

Sefîn Dizeyî anî ziman ku civîn baş derbas bûye, Îraq ber bi demokrasiyê ve gavan diavêje û ber bi hilbijartinan ve diçe.

 

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve destnîşan kir ku wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, behsa pêşketinên Îraqê û rewşa aborî, siyasî û civakî ya welêt kir.

 

Dîzeyî : Rewşa ewlehiyê û  koçberan hatin nîqaşkirin

 

Dizeyî da zanîn ku şandeya wan rewşa ewlehiyê, hatina koçberan, helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî koçberan û hewandina wan nîqaş kirin.

 

"Divê pêvajoya demokrasiyê ya ku Îraqê dest pê kiriye geştir be"

 

Sefîn Dizeyî tekez kir ku divê ku pêvajoya demokrasiyê ya ku Îraqê dest pê kiriye geştir be û pêwîst e pêkhate rola xwe bilîzin.

 

Di heman demê de, Dizeyî da xuyakirin ku niha petrola Herêma Kurdistanê, tê hinardekirin û beşek ji petrola Îraqê li bazarên cîhanê tê firotin.

 

"Herêma Kurdistanê dikare di warê enerjiyê de, bi ewropayê re alîkar be"

 

Sefîn Dizeyî di dawiya axiftina xwe de,  ragihand ku Herêma Kurdistanê dikare di warê enerjiyê de, bi Ewrooayê re alîkar be.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye