Trump: Em dikarin şerê bi Îranê re di nava du-sê hefteyan de bi dawî bikin

Şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê di roja 33'an de, dewam dike. Serokê Amerîkayê got ku ew dikare di 2 heta 3 hefteyan de şerê li dijî Îranê rawestîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hemwextî êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên li dijî Îranê, mijara agirbestekê yan jî bidawîbûna şer di rojevê de ye.

 

Şevê din serokê Amerîkayê Donald Trump behsa bidawîbûna şerê li dijî Îranê kir.

 

Donald Trump, diyar kir ku welatê wî dikare di nava du-sê hefteyan de, êrîşên xwe yên leşkerî li dijî Îranê rawestîne û got:

 

"Tehran ne mecbûr e ku wekî pêşşertek ji bo kêmkirina aloziyê peymanekê îmze bike."

 

Trump eşkere kir ku ew ê pir zû derkevin; vekişîn dikare di nav du hefteyan de jî pêk were û wiha got:

 

"Îran ne mecbûr in ku bi min re peymanekê bikin."

 

Berê, Waşingtonê gef xwaribû ku eger Tehran çarçoveyek 15 xalî ya Amerîkayê ji bo agirbestê qebûl neke, ew ê operasyonên leşkerî dijwartir bike.

 

Di nav daxwazên bingehîn de ev jî hebû ku Îran soz bide ku çekên nukleerî neşopîne, hemî çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê rawestîne û Tengava Hurmizê bi temamî ji nû ve veke.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye