Li başûr-rojavayê Fransayê tofan rabû.
Ji ber tofanê bi dehan kes birîndar bûn û nêzîkî 300 xanî zirar dîtin.
Her wiha ji ber xurtbûna tofanê banên xaniyên xelkê hatin xwarê.
Rayedaran ji bo tofanên li seranserê deverên mezin ên herêmê hişyarî dan.
Ji ber tofanê 41 kes birîndar bûn
Rayedarên Fransî ragihandin ku tofanê 41 kes birîndar kirine, 15 ji wan li nexweşxaneyê ne di nav wan de jineke ducanî jî hebû ku dema xaniyê wê li ser wê hilweşiya birîndar bû.
Zêdetirî 120 karmend li gund ku nifûsa wê 1000 e, hatin şandin.
Li gorî Wezîrê Veguhestinê Philippe Tabarro, tofanan torên veguhastinê jî asteng kirin.
Tofan bû sedema derengketina trênan, girtina rêyan û derengketina balafiran.
Elektrîk li ser 2 hezar û 800 malan qut bû
Ji ber tofanê elektrîk li ser 2 hezar û 800 malan, li 10 gundên herêmê jî qut bû.
Li Fransayê bi navînî salane deh tofan çêdibin.
Di heman demê de ji ber barana zêde li kolanên bajara Tarazona ya Spanyayê lehî rabû.
Her wiha parzemîna Asya jî para xwe ji guhertina avhawayê girtiye.
Li Hindistanê jî baranek zêde bariya.
Ji ber barana zêde rêyên New Delhiyê xitimîn.
Îsal rewşa hewayê ya cîhanê tevlîhev e.
Ev çend mehin li Awropa şewatên berfireh derdikevin.
Her wiha li Afrîqa di vê havînê de berf bariya.
Li hindistanê jî baranekê zêde bariya di encamê de lehî rabûye.