Serokê Amerîkayê Donald Trump, dibêje ku ew bawer dike ku Mucteba Xameneyî sax e, lê birîndar e.
Ji dema destpêkirina êrîşên esmanî yên li ser Îranê, di 28’ê Sibatê de, tê gotin ku Mucteba Xameneyî, kurê Elî Xameneyî, birîndar bûye.
Hinek raporên îstîxbarata Îsraîlê û `The Sun`, îdîa dikin ku ew di komayê de ye, lingekî xwe winda kiriye yan jî birînên wî yên giran li zik û rûyê wî hene.
Berpirsên Îranê, van îdîayan red dikin û dibêjin ku ew "bi sivikî" birîndar bûye û niha "sax û silamet" e.
Trump, di hevpeyvînekê de li ser `Fox News,ê` got: "Ez difikirim ku ew sax e. Ez difikirim ku ew vegirtî ye."
Mucteba: Em ê girtina Tengava Hurmuzê bidomînin
Îraniyan, ji dema ku Mucteba wekî rêberê bilind ê nû hatiye hilbijartin, ew nedîtine.
Duh yekem axaftina wî ji aliyê televzyona fermî ya dewleta Îranê ve, hat weşandin.
Rêberê Bilind ê nû got ku Îran, dê şer û girtina Tengava Hurmuzê wekî zextekê li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê bidomîne.
Netanyahu: Ez ji bo jiyana ti serokên Îranê garantî nadim
Çend demjimêr şûnda, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di yekem civîna xwe ya çapemeniyê de ji destpêka şer ve, daxuyaniyên xwe yên herî tund dan, bi awayekî ne yekser gef li Mucteba Xameneyî xwar û êrîşa leşkerî ya li ser Îranê parast.
Netanyahu got: "Ez ê jiyana ti serokên vê rêxistina terorîst, garantiyê nedim. Niyeta min tune ye ku li vir peyameke taybet bişînim ka em çi plan dikin an jî em ê çi bikin."
Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 28'ê Sibatê de, dest bi êrîşên li ser Îranê kirin.
Rêberê Bilind ê Îranê, bavê Mucteba Xameneyî, di roja yekem a êrîşê de hatibû kuştin.
Ji dema ku Mucteba Xameneyî ketiye şûna bavê xwe de, Îsraîl û Amerîkayê bi berdewamî gefan lêdixwin û tekez dikin ku ew li ser erkdarkirina Mucteba ne razî ne.