Îngîlîstan dê 12 balafirên şer yên nukleerî bikire

reset font size increase font size

Îngîlîstan 4 balafirên şer yên ku dikarin çekên nukleer rakin dê bikire.

Biryara Îngîlîstanê ya ji bo standina balafirên şer tê taxmîn kirin ku dê li gel 4 heb keştiyên bin avê yê nukleer barkirî re heza wî ya texilkeriya nukleer zêde bike.

Bi lutkeya NATO’yê yê li Hollandayê pêk dê re Hikumeta Îngîlîstanê da ragihandin ku ew ê 12 heb balafirên şer ya F-35A yên ku dikarin nukleer rakin ji DYA bikirin. Bi vî gavî re hikumeta Îngîlîz dixwazê heza xwe ya texilkarî ya nukleerî heya nifşekî di asta herî jor de bigire.

Piştî qedîna şerê sar li 1990’an ve di butceyê de li hember Hêzên Hewayî yê Kralîyeta Îngîlîz kemkirinên butceyê dihat kirin. Bi vê biryarê re piştî salên dirêj cara ewil di bernameya nukleerî ya Îngîlîstanê de cih ji heza hewayî re tê dayîn.

Serokwezîrê Îngîlîstanê Keîr Starmer, kirîna balafirên şer hem wek alikariya parastina neteweyî hem jî wek girêdana NATO’yê yê welatê xwe ku demeke ‘rîskên nukleerî zêde bûye’ de niraxand  û got: “Em nikarin êdî aştiyê di demeke nediyariyê ya radîkal de cîdî negrin. Ji ber vê yekê hikumeta min sermaye li ewlehiya me ya neteweyî re datîne.”

NATO ji vê biryarê bi keyfxweşe

Sekreterê Giştî ye NATO’yê Mark Rutte ji daxuyaniyê bi ‘şewazekî xurt’ bi keyfxweşî pêşwazî kir û got: “Ev destekeke din ya Îngîlîstanê ya xurte ji bo NATO’yê.”

Nediyare ku ev biryara Îngîlîstanê ya standina balafirên şer kengî pêk were. Biryara Îngîlîstanê ya bi hêz kirina hêzên hewayî piştî gefên ji Rusyayê hatine û gumanên ku DYA yê ku di ewlehiya parzemîna Ewrupayê de kêmtir rol bigre, hat.

Hikumeta Îngîlîstanê dê balafirên F-35A yê nû dê li baregeha hewayî ya RAF Marhamê ku li Norfolkê ye bi cih bike.

Demhat Îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24