Artêşa Iraqê ragihand ku du baregeh û deverên leşkerî ya Iraqê ji aliyê balafirên bê mirov ve hatine hedefgirtin û di encama êrîşan de zirarên mezin gihîştine sîstemên radarên wan.
Hêzên Leşkerî ên Iraqê îro ragihand ku hejmarek ji deverên leşkerî û baregehên li Iraqê ji aliyê balafirên bê mirov ve hatine hedefgirtin.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Leşkerî ên Iraqê Sabah En-Nûman, bi daxuyaniyekê anî ziman: "Baregeha Leşkerî ya El-Tacî li bakurê Bexdayê û Baregeha Îmam Elî li parêzgeha Zîqarê ji aliyê komeke balafirên bê mirov ên biçûk ve hatin hedefgirtin. Êrîşan zirareke girîng gihand pergalên radarê."
Sabah En-Nûman ragihand ku hemû balafirên bê mirov hatine xistin.
En-Nûman diyar kir ku tesîsên leşkerî ên ku hatine hedefgirtin a hêzên ewlehiyê yên Iraqê bûn û ji hêla efser û endamên formasyonên hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve dihatin kontrolkirin û birêvebirin.
Di daxuyanîyê de nehat gotin ku ev êrîş ji aliyê kîjan hêz an jî komê ve hatiye kirin.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku ev êrîşên balafirên bê mirov, rojên ku şerê Îsraîl û Îran ya 12 roje berdewam dikin de pêk hatine.
Rodî Bişeng