Şerê di navbera Amerîka û Îranê de dîsa gur bû

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM), ragihand ku wan cihê parastina hawayî, sîstema radar, tesîsên deryayî, hêzên çandina mayînan û navendên raghandinê yên Îranê bobmebaran kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê dîsa li şer vegeriyan û ev du roj in bi dijwarî navendên leşkerî û tesîsên deryayî yên hevdu bombebaran dikin.

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM), roja sêşemê ragihand ku wan cihê parastina hawayî, sîstema radar, tesîsên deryayî, hêzên çandina mayînan û navendên raghandinê yên Îranê bobmebaran kirine.

Dezgehên çapemeniya Îranê, dan zanîn ku DYA`yê li Îranê çend cih hedef girtine û ji wan cihan yek nêzî Tengava Hurmizê ye.

Îranê, ji aliyê xwe ve, di daxuyaniyên fermî de got ku wan cihên DYA`yê yên li Behreyn, Urdun, Kuweyt û Îraqê hedef girtine.

Her wiha Supaya Pasdarên Îranê, destnîşan kir ku wan bi muşek û dronan êrîşî baregehên DYA`yê yên li Hewlêrê kirine û hejmareke Amerîkî hatine kuştin.

Rayedarên Îraqê û DYA`yê têkildarî van êrîşan ti daxuyanî nedane.

Her çend Supaya Pasdaran, îdia kirin ku hejmareke mezin ji leşkerên Amerîkî li Urdunê kuştine jî, du rayedarên Amerîkî ji Reuters re gotin ku nirxandinên destpêkê nîşan didin ku ti qurbanî tune ne.

Hêzên Çekdar ên Urdunê got ku wan bi rêya sîstema parastina hawayî 10 muşekên balîstîk ên Îranê bêbandor kirine û 3`ê jî li herêmên dûr ketine xwarê.

Her wiha Behreyînê jî raghand ku wan dronên Îranê anîne xwarê.

Heyva Sor a Îranê: Di êrîşan de 5 kes hatin kuştin

Heyva Sor a Îranê got ku di encama bombebarana nêzî bajarê peravê yê Sirikê li ser Tengava Hurmizê, di dawetekê de 5 kes hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne.

Ajansa Mehrê ya Îranê got ku yek ji wan kesên ku hatine kuştin zarok e û temenê wî 4 salî ye.

Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) li gorî berpirsekî herêmî got ku hejmara birîndaran bûye 68 kes.

Supaya Pasdaran: 7 endamên me di êrîşan de hatin kuştin 

Supaya Pasdarên Îranê, eşkere kir ku heft endamên me û Besîcê êvara sêşemê, di êrîşên Amerîkî yên li Girava Lavanê de hatin kuştin.

Wezareta karên derve ya Îranê ji bo DYA`yê got ku sûcên hovane dikin û ew ê bersiv bidin êrîşan.

Her wiha wezaretê diyar kir ku lêkolînên DYA`yê ji bo hedefgirtina dibistaneke li bajarê Mînabê hîna negihîştiye encamê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye