Partiya Karkeran a Koreya Bakur kongreya xwe ya 9'emîn li dar xist

Partiya Karker a desthilatdar a Koreya Bakur, kongreya xwe ya 9'emîn li dar xist û Kim Jong Un ji nû ve weke sekreterê giştî hat hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa KCNA a dewleta Koreya Bakur, ragihand ku Partiya Karkeran a desthilatdar Kongreya xwe ya 9'emîn di 19'ê Sibatê li dar xist.

 

Di kongreyê de, serokê dewletê Kîm Jong Un cardin wekî sekreterê giştî yê Partiya Karker hat hilbijartin.

 

Di kongreyê de, hilbijartina endamên komîteya navendî ya partiyê jî hat kirin û di rêziknameya partiyê de jî hin guhertin hatin kirin.

 

Tê îdîakirin ku ji 39 endamên komîteya navendî nîvî zêdetir hatiye guhertin.

 

Li gor rêziknameya Partiya Karkeran kongre ji 5 salan carekê tê lidarxistin.

 

Kongreya 9'emîn, bi beşdarbûna 5 hezar endaman, 4 rojan berdewam kir. 

 

Di kongreyê de, pêşketinên siyasî û yên welat hatin destgirtin.

 

Bi vê kongreyê, siyaseta pêşerojê ku ji siyaseta wê ya derve bigire heya armancên wê yên nukleerî hatin diyarkirin.

 

Di kongreyê de, li ser kar û barên navxweyî yên welat jî rapor hatin pêşkeşkirin û hûrgiliyên jiyanê jî tê gotin hatine destgirtin.

 

Kongre, rêça welêt li her eniyê, ji avakirina xanî bigire heya plansaziya şer destnîşan kiriye.

 

Di vê kongreyê de, dihat payîn ku di derbarê bernameya çêkên nukleerî de jî hin agahî werin eşkerekirin, lê heya niha di vê derbarê de ti daxuyanî nehatine dayîn.

 

Partiya Karkeran, ev deh salan e, di bin rêveberiya malbata Kîm de ye.

 

Berê taybet polîtîkayên xurtkirina bernameya çekan di rojevê de bû, lê piştî kîm Jong Un di sala 2011'an  de hat ser erkê, polîtîkayên aboriyê jî girte dest.

 

Partiya Karkeran, heya niha 9 kongre li dar xistine.

 

Kîm Jong Îl bi hinceta tedbîran ewlehiya kongre dabû sekinandin. Lê di sala 2016'an de Kîm Jong Un cardin kongre kom kir.

 

Niha li Koreya Bakur saziya herî bilind a biryaran Kongreya Partiya Karkeran e.

 

Bala raya giştî li ser bû ka keça Kîm, Ju Ae tevlî merasîma bibe yan na? Lewre îstîxbarata Koreya Başûr îdîa dikir ku Kîm keça xwe weke cîgirê xwe diyar kiriye.

 

Ji ber vê yekê, keça wî ya 13 salî di demên dawî de tevlî vekolînên mûşekan û meşên leşkerî bûye.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye