Hemas: Me bi Îsraîlê re li ser rêkeftineke agirbestê li hev kir

Di navbera Îsraîl û Hemasê de lihevkirinek çêbû. Hûrgiliyên rêkeftina bêçekkirina Hamasê û vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê hatin eşkerekirin. Trump diyar kir ku Konseya Aştiyê li ser bêçekkirina tevahî ya Hamas û hemû aliyên çekdar ên din ên li Xezeyê gihîştiye rêkeftineke dîrokî. Her wiha endamê ofîsa siyasî ya Hamasê da xuyakirin ku heta ku Îsraîl ji Xezeyê venekişe, dê weke tevger der barê bêçekkirinê de ti gavan neavêje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Îsraîl û Hemasê de lihvkirineke nû hate ragihandin.

Hemasê ragihand ku ew bi Îsraîlê re ji bo qonaxa duyem li ser rêkeftineke agirbestê li hev kirin ku tê de bendên têkildarî bêçekkirina wê li hember vekişîna gav bi gav a hêzên Îsraîlê ji Xezeyê ve, hene.

Xalên sereke yên rêkeftinê çi ne?

Ev rêkeftin qonaxa duyem a agirbesta ku di cotmeha 2025’an de di navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye îmzekirin, temsîl dike.

Qonaxa yekem jî ku di Çile de bi dawî bû, serbestberdana rehînên Îsraîlî yên dawîn yên ji Xezeyê digire nava xwe.

Li gorî Hemasê, pirsgirêka çekan bi vekişîna Îsraîlê û ketina Komîteya Neteweyî û Nûavakirinê ve girêdayî ye.

Hemasê destnîşan kir ku Îsraîl dê ketina mijara bêçekkirinê neke û Komîteya Neteweyî dê vî karî bigire ser xwe.

Der barê mijarê de Serokê DYA’yê Donald Trump got ku peyman bêçekkirina bi tevahî ya Hamas û komên din ên çekdar digre nava xwe.

Wê kî vê peymana di navbera Îsraîl û Hemasê de bi cih bîne?

Li gorê agahiyan, Konseya Aştiyê ya ku Trump di meha Çile de piştî navbeynkariya peymana agirbestê ava kir, di pêkanîna qonaxa duyemîn a lihevkirina di navbera herdu aliyan de, roleke girîng dilîze.

Li gorî Hemasê, mijara sînordarkirina çekan dê bi taybetî ji Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezeyê re were spartin.

Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezeyê jî komeke teknoqratên Filistînî ye ku ji aliyê Konseya Aştiyê ve hatiye damezrandin.

"Berî Îsraîl ji Xezeyê vekişe der barê bêçekkirinê de ti gavan naavêje"

Li gorî endamê ofîsa siyasî ya Hemasê û endamê şandeya danûstandinan, Gazî Hemed peyman, rawestandina şer, ketina Komîteya Neteweyî ya Xezeyê, vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê û jinûveavakirin û ketina hêzên navneteweyî, destnîşan dike.

Her wiha Gazî Hemed piştrast kir ku pêvajoya sînordarkirin û depokirina çekan heta ku qonaxa yekem bicih neyê dest pê nake û ev peyam da:

"Peyman sîstemeke yekgirtî ye ku divê bi hev ve girêdayî be û divê bi mijara hilweşandina milîsên çekdar ve girêdayî be."

Heta ku Îsraîl ji Xezeyê venekişe, wê tevger der barê bêçekkirinê de ti gavan neavêje."

Gazî Hemed: Heke Îsraîl peymanê bi cih neyîne em jî bi cih nayînin

Gazî Hemed diyar kir ku ku metna peymanê zelal e û got:

"Divê Îsraîl pabend be û peymanê bi cih bîne, lê heke Îsraîl bi cih neyîne, em jî bi cih nayînin."

Trump: Her ku pêvajoya bêçekkirinê pêşve biçe hêzên Îsraîlî dê vekişin 

Ji aliyê xwe ve, Serokê DYAyê Donald Trump got:

"Her ku pêvajoya bêçekkirinê pêşve diçe, hêzên Îsraîlî dê vekişin û Hêza Aramiya Navneteweyî dê bi hêzeke polîsên Filistînî ya nû re bixebite, da ku ewlehiya li Xezeyê misoger bike."

Hamas: Pêkanîna peymanê wê herî kêm du hefteyan bidome

Di heman demê de, Konseya Aştiyê ragihand ku Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezeyê dê di demek nêzîk de dest bi veguheztinek gav bi gav ber bi girtina desthilatdariya tevahî ve bike.

Di berdewamiyê de Hemasê ragihand ku ew ê mekanîzmaya pêkanînê bi navbeynkaran (Misir, Amerîkayê, Qeter û Tirkiye) re nîqaş bike û li ser bernameyek ji bo pêkanîna peymanê li hev bike.

Hemas dibêje ku bernameya ji bo pêkanîna peymanê wê herî kêm du hefteyan bidome.

Her wiha Axiosê ragihand ku Supayê Pasdarên Îranê ji Hemasê xwestiye ku peymana bêçekkirinê îmze neke û dem qezenc bike.

Tê payîn ku civîna di navbera navbeynkaran de di demeke nêzîk de li Qahîreyê pêk were.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye