Di 15'ê Nîsana 2023'yan de, di navbera Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şer derket û heta niha jî bi dawî nebûye.
Ji wê demê ve, herêmên Sûdanê yên di bin bandora vî şerî de, bi rewşên mirovî yên pir kirktîk re rûbirû ne.
Bûyerên tundiya zayendî li Sûdanê berbelav bûne
Raporeke nû ya Neteweyên Yekbûyî behsa qebareya binpêkirinên mafên mirovan li Sûdanê dike.
Rapora Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku ji destpêka şer di nîsana 2023'yan de û vir ve, li Sûdanê tundiya zayendî ya têkildarî şer û pevçûnan berbelav bûye.
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî heta nîvê nîsana 2026'an, 546 bûyerên tundiya zayendî belge kirine.
Rapor nîşan dide ku di van bûyeran de, 838 qurbanî ku piraniya wan jin û keç bûn, bandor kiriye.
Rêjeya jinana di nava qurbaniyabn de ji %64 e.
Rêjeya keçan jî ji %34 e.
Tenê rêjeya mêr û kuran ji %2 ye.
Li gorî raporê, binpêkirin ne tenê bi destdirêjiyê sînordar bûn, lê di nav xwe de gelek awayên
Her wiha hat zanîn ku ji ber tirsa civakê û hilweşîna xizmetguzariyan li deverên mezin ên Sûdanê, hejmara rastîn a qurbaniyan nehatiye zanîn û dibe ku ji vê hejmarê pir zêdetir be.
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de desnîşan kir ku wan 320 bûyerên din wergirt ku hîn jî lêkolîn li ser wan tê kirin.
Bandora şerê Sûdanê li ser zarokan
Di raobpreke din de, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) jî, bandora vî şerî li ser zarokan, nirxand.
Rêxistinê diyar kir ku şer niha li eyaletên Kordofan, Darfur û Nîla Şîn diqewime, bûye sedema ji %60'ê windahiyên mirovan.
UNICEF'ê di rabora xwe diyar kir ku di nava 6 mehên borî de, li Sûdanê nêzî 300 zarokî hatine kuştin.
Her wiha Nûnerê UNICEF'ê li Sûdanê Sheldon Yett got ku ji ber şerê li Sûdanê, "zarok di nav çerxeke tundûtûjî, koçberî û bêpariyê de asê mane.
Şerê ku niha li Sûdanê diqewime, bûye sedema mirina nêzî 59 hezar kesan û koçberbûna nêzîkî 13 milyon kesên din.
Niha jî ji ber aloziyên siyasî yên giran, beşên mezin ên Sûdanê ber bi birçîbûnê ve çûne û di nava nava van aloziyan de zêdetirî 30 milyon kes hewcedarî alîkariya mirovî ne.