Di navbera Amerîka û Îranê de sarbûn: Trump dibêje şer dê zû bi dawî bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şerê li dijî Îranê dê di demeke nêz de bi dawî bibe; di heman demê de wî destnîşan kir ku lêkolînên wî derbarê avêtina pêngavên leşkerî li dijî Îranê de berdewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê ku zêdetirî 6 mehan e di navbera Washington û Tehranê de didome gihştiye qonaxeke cemidî. Tevî vê statûkoyê jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamevanan re eşkere kir ku ew nêzîkî "xaleke diyarker" a vî şerî dibe û li ber biryareke mezin e ku bê girtin.Trump destnîşan kir ku welatiyên Amerîkayê amade ne ku ji bo rêgirtina li ber xwedîbûna Îranê ya çekên nukleerî, lêçûnên zêde yên li ser nirxê sotemeniyê ragirin.

Di çarçoveya amadekariyên li qadê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku ji dema destpêkirina dorpêça deryayî ya li ser Îranê vir ve, hêzên wan riya gelek keştiyên bazirganî guhertine. Her wiha, Trump û Wezîrê Parastinê ferman dane artêşê ku asta hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn ji bo parastina ewlehiyê bipirêzin.

Ev daxuyanî di demekê de tên ku aloziya her du welatan bêyî nîşaneyên çareseriyê didome û ferman hatiye dayîn ku hêzên Amerîkî li herêmê di nava amadebaşiyê de bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye