Li Londonê sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî hat bibîranîn

Meclîsa Jinên Brîtanyayê bi boneya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî li Londonê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 'Jin Jiyan Azadî' ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye qêrînek kolektîf. Her wiha li Kanadayê jî jinan bi meşeke girseyî Jîna Emînî bibîr anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkoşîna jinan berfireh dibe û silogana "Jin, Jiyan, Azadî" bilind dibe.

Li Londonê di sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de Meclîsa Jinên Brîtanyayê  çalakiyek li dar xist. 

Meclîsa Jinan a Jiyan, koka dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" û girîngiya wê ya di têkoşîna azadiya jinên Kurd de vegot.

''Jîna Emînî ji bo jinên cîhanê bûye qîrînek kolektîf''

 

Meclîsê diyar kir ku serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî ji bo jinên tevahiya cîhanê bûye qêrînek kolektîf. 

Meclîsê daxwaz kir ku çalakvanên jin Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî yên ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan biriye, werin berdan.

Îsal cara yekem çalakiya bibîranînê tê lidarxistin û ji aliyê beşdaran ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. 

Meclîsa Jiyan ragihand ku ev gavên li Londonê wê li bajarên din ên Brîtanyayê jî belav bibe û biryardariya mezinkirina têkoşîna hevbeş a jinan dubare kir.

 

''Têkoşîna "jin, jiyan, azadî" projeyeke mirovahî rakir ser piyan''

 

Ji aliyê xwe ve, nivîskar û çalakvana Îranî Meryem Nemazie ku ew jî di çalakiyê de amade bû, anî ziman ku têkoşîna "Jin, Jiyan, Azadî" projeyeke mirovahiyê rakir ser piyan.

Çalakî bi daxuyaniya dawî ya bi sernavê “Sozek ji bo Hemû Jinên Cîhanê” bi dawî bû. 

Di dxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoreşa jinan wê hîn bi hêztir, kûrtir bibe û têkoşîna jinan nayê sînordarkirin. 

Her wiha ji hamû jinan re soz dan ku ew ê zincîrên baviksalariyê bişkînin û dîwarên serdestiyê hilweşînin.

 

Li Kanadayê sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî hat bibîranîn

 

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî di sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de jin daketin qadan û çalakiya li Queen’s Parkê de bi navê ‘Say Her Name’ (Navê wê bibêje) ji aliyê Tevgera, Jin, Jiyan, Azadî ve hate lidarxistin.

Meş bi dirûşmeya ‘Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî nexşerê û berxwedana me ye’ hat lidarxistin. 

Beşdaran polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê yên li hemberî jinan şermezar kirin û bang li jinên Kurdistanî û neteweyên din kirin ku têkoşîna hevpar mezin bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24