Aliyekî veşartî yê dan û standinên Îsraîl û Şamê hat eşkerekirin

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji aliyê rayedarên Tel Avîvê ve hatiye agahdarkirin ku Çiyayê Şêx yê li tenişt Şamê cihekî stratejîk e û êdî Îsraîl dest ji wî cihî bernade.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Şerq el-Ewset a Erebistana Siûdiyê ragihand ku di dan û standinan de, berpirsên hikûmeta Îsraîl bi fermî ji berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re gotine, zozanên Çiyayê Şêx ku dikeve sêgoşeya sînorî di navbera Şam, Lubnan û Îsraîlê de, wê di destê Artêşa Îsraîlê de bimîne.

 

Îsraîlê Çiyayê Şêx ê Sûriyê jî ji xwe re bir

 

Di civînê de, şanda Îsraîlê ji nûnerên Ehmed el-Şeraa re gotiye ev çiya cihekî pir giring û stratejîk e, lewra Îsraîl tu caran dest ji wî bernade.

Ji aliyê xwe ve jî, rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlî, li ser zimanê çend fermandarên artêşa welatê xwe belav kiriye ku kontrolkirina Çiyayê Şêx ê Sûriyê, dihêle ku rêya girîng a Şam-Beyrûtê û Geliyê Bekaa yê Lubnanê jî di bin çavdêriya Artêşa Îsraîlê de be.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24