Zelensky: Divê zext li ser Rûsyayê were kirin

Serokê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky piştgirî da serokên yekîtiya Ewropayê zextê li Rûsya bikin da ku şer bi awayekî adîlane bi dawî bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky piştrast kir ku ji bo bidestxandina aştiyê li Ûkraynayê û di heman demê de parastina berjewendiyên Ûkrayna û Ewropayê welatê wî piştgirî dide daxuyaniya hevbeş a serokên Ewropayê.

Serokê Fransa, Îtalya, Almanya, Polonya, Brîtanya, Fînlandiya û Komîsyona Ewropayê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî dan hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ji bo bidawîanîna şer. Sorekên yeketiya Ewropayê tekez kirin ku pêwîst e zext li Rûsyayê were kirin û garantiyên ewlehiyê ji Kîevê re bên dayîn.  Piştî vê helwesta hevbeş Zelensky piştgirî da serokên YE ji bo bidawîanîna şer zextê li ser Rûsyayê bikin.

Trump plan dike ku 15'ê Tebaxê li Alaskayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24