Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê, li Kolana Demokrasiyê ya Sancaktepeyê çalakiya zincîra mirovahiyê pêk anî.
Di çalakiyê de, wiha hat gotin: “Divê dewlet û gel banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeh bigirin.”
Kesên ku beşdarî çalakiyê bûne daxwaz kirin ku qetilkirina jinan bidawî bibe û civakek azad bê avakirin û eşkenceya li girtîgehan bidawî bibe.
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar got: “Divê hem dewlet hem gel banga birêz Abdullah Ocalan bingeh bigirin. Em ê banga siyaseta demokratîk a Abdullah Ocalan mezin bikin.”