‘Azadiya Rêber APO azadiya Gelê Kurd misoger dike’

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan dibêje heta Rêberê Gelê Kurd fîzîkî azad nebe wê merasîmeke din a çek şewitandinê pêk neyê, Ji bo rojava jî bang li Tirkiyê kir ku dev ji gefên xwe berde li wir hêz û îradeyeke gelan heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan derbarê azadiya fîzîkê ya Rêberê Gelê Kurd, mijara çekdanînê, pêşketinên Sûriyê û Tirkiyê nirxandinên girêng kir.

Karayilan destpêkê majara azadiya fîzîkê ya Rêberê Gelê Kurd nirxand da xuya kirin ku ew hemû bangên Rêber Apo, bi awayekî bi biryar bi cih tînin û got:

“Divê banga Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024’a pêk were û Rêberê Gelê Kurd bi awayekî fîzîkî azad bibe, ji ber ku gel nîşan dide ku azadiya wan girêdayî azadiya Rêber Apo ye.”

 

Karayilan: Divê Rêber APO li Îmraliyê nemîne

 

Karayilan takez kir ku ger dewleta Tirk di mijara azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd de gav nevêjin wê merasîma çekşewitandinê bê seknandin.

 

Karayilan: Meclis cihê çareseriyê ye

 

Karayilan diyarkir ku cihê çareseriyê, Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ye, Ji ber vê yekê divê çareserî bi awayê taktîkî neyê nirxandin,berjewendiyên hemû gelên Tirkiyeyê werin esasgirtin û nêzîkatiya wan stratejîk û cidî be, ne seranser be.

 

Karayilan: Muzakerevanê me yê Sereke Rêber APO ye

 

Fermandarê HPG’ê dibêje: Em aliyekî vê çareseriyê ne, divê nêrînên me bêne girtin û aktor û muxatabê me yê sereke Rêber Apo ye.

 

‘Divê Tirkiye biryara Konseya Ewropayê pêk bîne’

 

Karaylan biryara Konseya Ewropayê ya ku gotibû divê mafê hêviyê yê Ocalan heta Cotmeha 2025an pêk were bibîrxist û ev daxwaz kir:

“Divê Tirkiye yasayên xwe li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sererast bike û eger Tirkiyê wê biryarê pêk neyne, divê Konseya Ewropayê cezayan li Tirkiyeyê bibire.”

 

Karayilan: Hewcehiya Tirkiyê bi Kurdan heye

 

Karayilan wiha berdewamî da nirxandinên xwe:

“Eger Tirkiye bixwaze li Rojhilata Navîn weke welatekî demokratîk bê naskirin û pêş bikeve, hewcehiya wê bi Kurdan heye.

Em di vê mijarî de tedbîrên xwe distînin, lê belê em ji bo pêşketina vê pêvajoyê cidî nêzîk bibin û dudiliyên me tune ne û divê komîsyon û TBMM’ê roleke girîng bilîzin.”

 

Karayilan: Divê Tirkiyê dest ji gefan berde

 

Karayilan di derbarê Sûriyê de jî ev nirxandin kir:

“Li Sûriyeyê dewlet hîna nebûye dewlet, înfazê bêdaraz çêdibin, mirov têne kuştin û Qanûna tuneye, lewma divê li ser bingeha peymana ku di 10’ê Adarê de, nîqaşên çareseriyê werin kirin.”

Karayilan eşkere kir ku Tikiyê, dixwaze parekî wê di civîna Parîsê de hebe, lewma li pêşiya civînê bendan çêdike.

Divê Tirkiyê dest ji gefan berde û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.

Di dawiyê de Karayilan şehîdên Pêngava 15’ê Tebaxê bibîr anîn û balkişand ser keda şehîdan û berdêla giran ya ji bo gelê xwe dane.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24