Li dijî rojnamevan Hêmin Mamend li Silêmaniyê êrîşek çekdarî

Rojnamevan Hêmin Mamend, li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû. Navenda Metro, Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê û Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan bi daxuyaniyên cûda êrîş şermezar kirin û bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kirin ku erişkarê Hêmin Mamend zûtirîn dem de bigrin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li Silêmaniyê li taxa Eqarî Şar a Silêmaniyê li dijî pêşkêşvanê Stêrk Tv Hêmin Mamend êrîşa çekdarî hat kirin.

Rojnamevan Hêmin Mamend di encama êrişeke çekdarî de bi giranî birîndar bû.

 

DFG: Divê êrîşa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend bê eşkerekirin

 

Rêveberê Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan Diyarî Mihemed têkildarî êrişê li pêşiya Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Diyarî Mihemed da zanîn ku ji kêliya êrişa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend ve û heta niha em bi aliyên peywendîdar re di nav têkiliyan de ne ku demildest êrişkar werin girtin.

Li ser rewşa tendurîstiya rojnamevan Mamend jî hate gotin ku destpêka birîndar bunê de rewşa wî giran bu, piştî tedawî hat kirin rewşa wî başe.

 

Diyarî Mihemed: Pêwiste demildest êrişkar werin girtin

 

Têkîldarî êrîşê Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê (DFG) jî daxuyanîyek da.

Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê êrîşa li hember rojnemevan Hêmin Mamend şermezar kir û xwest êrîşkar û hevkarên wan demildest werin eşkerekirin

DFG’ê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên medyaya dîjîtal de anî ziman ku heta niha li Silêmaniyê gelek hevalên wan ên rojnemevan hatine qetilkirin, ew van êrîşan qebûl nakin û dê hesaba wê bipirsin.

 

Desteya serbixwe ya mafên mirovan: Pêwîste êrişkar zû werin girtin

 

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Herêma  Başûrê Kurdistanê jî di derbarê êrişa çekdarî ku duh êvarê li Silêmaniyê li dijî rojnamevan Hêmin Mamend pêkhat, daxuyaniyek da.

Desteyê daxwaz ji saziyên ewlehiyê û îdareya parêzgeha Silêmaniyê kirin da ku di zûtirîn dem de êrişkar werin girtin û radestî yasayê werin kirin.

 

Heval Ebû Bekir êrişa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend şermezar kir

 

Her wiha Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir êrişa çekdarî ya li dijî rojnamevan Hêmin Mamend bi tundî şermezar kir û da zanîn ku hemû aliyên peywendîdar hatine erkdarkirin ku dest bi lêkolîn û lêpirsîna êrişê bikin û tedbîrên yasayî cîbicî bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24