Li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatiiyên Kurd hatin girtin

Saziyeke Mafê Mirovan ragihand ku 5 welatiyên Kurd li 2 bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya Hengaw ku rewşa mafê mirovan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, di reporta xwe ya herî nû de eşkere kir ku li bajarê Nexede Mêhran Danişamûzî yê 20 salî û li bajarê Serdeşt jî, Silêman Bayiste, Mihemed Nasirî, Hacî Serafî û Osman ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin girtin.

Li gor vê saziyê, ti belgeyeke dadweriyê ji bo girtinê tune bû û heya niha jî cihê girtina van her 5 welatiyên Kurd ne xuya ye û ti agahî derbarê çarenivîsa wan de tune ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye