DEM Partî: Ziman nirxê bingehîn ê jiyana hevpar a gelan e

Gelek Kesayet û Rêxistinên Kurdistanê, bi boneya Roja Zimanê Kurdî daxuyanî dan û banga parastina zimanê Kurdî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

15’ê gulana 1932`yan bû bingeha parastina zimanê Kurdî.

Li çar beşên Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda, roja zimanê Kurdî hate pîrozkirin.

DEM Partiyê jî bi boneya 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kir.

"Ziman bîr, çand û nirxê bingehîn ê jiyana hevpar a gelan e.

Ji ber vê yekê, azadiya zimên ne tenê mafekî çandî ye, di heman demê de bingeha jiyaneke wekhev, demokratîk û mafê beşdariya siyasî ye."

"Nemisogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo jiyana hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn jî rîskeke mezin dihewîne."

Bafil Celal Talebanî pîrozbahî li gelê Kurd kir

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî, bi boneya Roja Zimanê Kurdî axivî û ev peyam da: 

"Di Roja Zimanê Kurdî de, em vî zimanê şîrîn û pîroz radigirin ku keleha parastina nasnameya me ye.

Zimanê Kurdî ji bo me tenê ne sedema axaftinê ye, lê dîroka berxwedan û nasnameya hebûna me ye.

Herêma Kurdistanê her tim bi pirzimanî û pirçandiya pêkhateyên xwe dewlemend bûye."

PYD: Tevî polîtîkayên înkarkirinê Kurdan zimanê xwe parast

Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê, bi boneya Roja Zimanê Kurdî peyama pîrozbahiyê da.

 Peyama partiya PYD jî wiha ye:

"Gelê Kurd tevî polîtîkayên înkar, bêparkirin û hewldanên ji bo jêbirina nasname û çanda Kurdî, ew parastiye.

Parastina zimanê Kurdî parastina dîrok, nasname û çanda gelê Kurd e, ku parastina wê ya destûrî û qanûnî hewce dike."

"Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê mijara man û nemanê ye jî"

KCDK-E'yê bi boneya 15'ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniyek da û got:

"Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de meseleyeke man û nemanê ye.

Pêwîst e ku zimanê Kurdî li her devera ku Kurd lê ne, bibe zimanê fermî.

Divê polîtîkayeke ziman a bi bandor her tim di rojevê de be."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye