Îranê êrîşî kampa partiya Demokrat kir

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragihand ku dewleta Îranê bi 3 dronan, êrîşî kampa Cêjnîkanê ya li nêzîkî parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, der barê êrîşeke nû ya Îranê ya li ser kampa Cêjnîkanê ya ku malbatên vê partiyê lê dimînin de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro careke din dewleta Îranê bi 3 dronan êrîşî kampa Cêjnîkanê ya li nêzîkî Hewlêrê kiriye.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku di nava 3 rojên borî de, ev cara duyemîn e ku Îran bi rêya dronan êrîşî vê kampê dike.

Li gorî daxuyaniya Partiya Demokrat, ji destpêka şer ve û heta niha, ev kamp gelek caran ji aliyê Îranê ve hatiye armancgirtin.

Dewleta Îranê ji destpêka şerê xwe yê bi Amerîka û Îsraîlê re, heta niha bi zêdetirî 129 mûşek û dronan, êrîşî kampên malbatên Partiya Demokrat a Îranê, yên li Başûrê Kurdistanê kiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye