Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faik Erol saet 12:00an çûn Navenda Giştî ya CHP'ê û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re civiyan.
Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHPyê de, paşeroja pêvajoyê û nexşereya nû hatin gotûbêjkirin.
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re bertekeke tund nîşanî dirûşmên dijûnî yên li hemberî Leyla Zanayê da û teqez kir ku ev yek nayê qebûlkirin.
Ozgur Ozel: Em hevîdar in nêzîkatiyek hevpar derbikeve
Serokê CHP'ê her wiha li ser xebatên Komîsyonê jî ev agahîyan da.
“Me pêvajoya heta îro û ya piştî vê nirxand. Îro saet 16:00'an heyeta 5 kesî ya ji nûnerên partiyên siyasî pêk tê, ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nivîsandina rapora Komîsyonê û prensîb û salnameya xebatê wê bicive.
Em hêvî dikin ku Komîsyon qonaxa nivîsandina raporê bi lez bi pêş ve bibe .
Her wiha li ser nêzîkatiyên hevpar ên partiyan, pêvajoyekê bi hev re pêk bînin ku hemû kes qebûl bike û pesend bike."
Li aliyê din Mîthat Sancar jî behsa xebatên pêvajoya çareseriyê kir û spasî li serokê CHP'ê kir.
Sancar: CHP'ê îradeya, rola xwe bi erenî dilîze nîşan da
Divê em careke din bi bîr bînin ku ruhê van pêvajoyan ne munazere ye, muzakere ye.
Me rexne û itîrazên xwe bi hev re parve kirin lê em li ser mijarekê li hev dikin.
Pêvajo wê bi hevdîtinên dualî bimeşe. Me careke din dît ku CHP îradeya ku di vê pêvajoyê de rola xwe bi awayekî erênî bilîze nîşan dide.
Ev gelekî girîng e. Em neçar in ku li hemberî hawîrdora aloziyê, şer û nijadperestiyê ku tê xwestin were belavkirin, bi pêkvejiyana aştiyê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Hevdîtina bi Wezîrê Dadê û Serokê meclîsê re sibê ye
Ji aliyê din şande di 23'yê Kanûnê de jî ango sibê wê bi Serokê Meclise Nûman Kurtulmuş û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bê gel hev.
Rewşa dawî ya ya di pêvajoya çareseriyê de û gavên yasayî yên divê bên avêtin li bendê ye di hevdîtinan de bê rojevê.