Li Sine 3 girtiyên Kurd dest bi girava birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakvanên Kurd dest bi gireva birçîbûnê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Dengê Binçavkiriyên  Kurd û Îranê ragihand ku çalakvanên Kurd, Nermîn Xuda Muradî, Hîkmet Seîdî û Kameran Resulî yên ku di Girtîgeha Sineyê de ne, li dijî binpêkirinên mafê mirovan beriya 4 rojan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine. 

Li gorî malperê, dema girtinê ji bo her sê girtiyên Kurd hatiye dirêjkirin û ji mafên xwe yê hevdîtina bi malbatên xwe re hatine bêparkirin.

Malperê diyar kir ku çalakvanên Kurd beriya 2 mehan, ji aliyê hêzên Îstîxbarata Îranê ve bi biryara dadgehê hatibûn binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye