"Gava duyemîn ya gerîla nîşana herî şênber ya pêvajoya aşîtiye ye"

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye û got: "Divê dewlet demildest qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk derxîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di derbarê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û gavên dîrokî yê ji hêla PKK`ê ve hatin avêtin ji ANF`ê re axivî .

Cemîl Bayik, diyar kir  daxuyaniya ku di pêşengiya Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok de hate dayîn nîşaneya herî şênber a biryardariya aştî û civaka demokratîk a Tevgera Azadiya Kurd e.

 

"Dewlet gavên hiqûqî neavêtiye lewma bendewarî bi demokerasî lawaz e"

 

Bayik da zanîn ku ev pêngav ji bo bidawî anîna têkoşîna çekdarî û vekişînê lezkirin e û got:

 "Em li gorî perspektîfên Rêber Apo tevgeriyan. Ji bo ku pêvajoya aştî nexitime û rê li provokasyonan bê girtin, me berpirsyarî girt."

Bayik, destnîşan kir ku ji ber hikûmet heta niha ti pêngaveke siyasî an jî hiqûqî neavêtiye "Bendewariyên ji bo demokratîkbûnê" lewaz bûne.

 

"Divê mafê hêviyê yê Rêber APO bê naskirin"

 

Bayik da xuyakirin ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye û diyar kir ku divê dewlet bêyî dereng bimîne pewîste 'qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê' derxîne .

Bayik derbarê pêkanîna pêvajoyê wiha axivî:

"Berpirsyariya ku dikeve ser milê me, me bi cih anî. Niha dora dewletê ye ku gav bavêje. Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê naskirin û bingeha siyaseta demokratîk bi qanûnî bê parastin."

 

"Pêngaveke aştiyê bi berpirsyarî hatiye girtin lê yek alî maye"

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand li ser gavên hatine avêtin û wiha got:

 "Bi taybetî piştî fesixkirina PKK’ê di rewşa heyî de ji bo pêngaveke aştiyê berpirsyarî hatiye girtin lê ev yek alî maye."

Her wiha Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser daxwazên Rêberê Gelê Kurd ya ji bo demokerasî û misogerkirina qanûnan û wiha domand :

"Rêber Apo dixwaze ku Komara Tirkiyê bi rêya danasîna siyaseta demokratîk, bi Tirkiyeke demokratîk re bikeve sedsala xwe ya duyemîn. Ji ber ku li Tirkiye nasname û baweriyên cihêreng hene.

Lewma, divê hebûna hemû nasnameyên cûda bi destûrî û qanûnî were misogerkirin. Ev yek bi avakirina zîhniyeteke demokratîk û azadiya rêxistinbûnê wê pêk were."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye