Jina Kurd a bi navê Hawje Hesen di bidestxistina serkeftinan de balê dikşîne ser xwe.
Her wiha di vê çarçoveyê de Hawje Hesen weke dahêner di warê çandiniyê de li Îngilîstanê ji bo xelatkirinê hat hilbijartin.
Bi beşdarbûna 25 jinên ji welatên cuda, li Londonê pêşbirkek di warê çandiniyê de hat lidarxistin Hawje Hesen jî bi berhema xwe tevlî pêşbirkê bû û di nav 25 kesan de bû yekemîn.
Jina Kurd a ciwan xwedî kargeheke çêkirina ziblê ye û di heman demê de di zanista axê û ziblê organîk de xwediyê bawernameya mastirê ye.