Bafel Talabanî bi Konsulê Brîtanyayê re civîya

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talabanî li Silêmaniyê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Andrew Beasley kir.

reset font size increase font size

Hat ragihandin ku di civînê de encamên hilbijartinên parlementoya Iraqê hatine nîqaşkirin û tekezî li ser berdewamiya hevrêziya di navbera aliyan de, ji bo parastina aramî û aştiyê li welêt hatiye kirin.

Bafel Talabanî balkişand li ser pêwîstiya yekîtîya Kurdan di vê qonaxê de û got:

"Hêz û parastina mafên me bi yekîtîya me ya li Bexdayê ve girêdayî ye."

Her wiha Serokê YNK Bafil Talabanî diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê de ew ê hertim hewil bidin da ku li ser bingeha destûrê çareser bikin, ji ber êdî mirov nebin qurbanî û hikûmetek bêcudahî xizmetê ji her kesî re bike, were avakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye