Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat Girê Spî (Mistefa Wêso Hesen) ê ku 25‘ê îlona 2026`an di encama qezayeke trafîkê de li Qamişloyê şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê hat veşartin.
Bi seden şêniyên Kobanê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Narîn Mistefa axivî. Narînê di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û keda şehîd a di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de vegot û soza şopandina rêya wan da.
Li ser navê PYD‘ê Selah Kobanê jî axivî û bal kişand ser welatparêziya şehîd Demhat. Selah Kobanê anî ziman ku xwedîderketina li şehîdan û şopandina rêya wan erka herî pîroz ji bo parastina destkeftiyên gelê herêmê ye.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.
Şehîd Demhat Girê Spî li Kobanê hat oxirkirin
Bi sedan şêniyên Kobanê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat Girê Spî yê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, oxir kir.