Li Efrînê ji ber bikaranîna navê Rojava dukanek hat girtin

Tevî lihevkirina di navbera her du aliyan de jî, lê heta niha Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê astengiyan ji xelkên Efrînê re çêdike. Ji ber bikaranîna navê Rojava xwediyê dukanekî hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Endamên Ewlehiya Giştî ya bi ser Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, ji ber bikaranîna navê Rojava li ser dukanekî ew dukan girt.

 

Li gorî agahiyan, dewriya  Ewlehiya Giştî îro xwediyê dukanê girtin.

 

Ew dukan a cih û bergane li bajara bajêr e, dukan ji ber bikaranîna navê " SPORAT ROJAVA" hat girtin.

 

Her wiha hişyarî da dukandarên bazara bajêr a ku dikeve piştî avahiya Seraya ya berê, ku hemû alên Kurdî li ber deriyê dukana werin rakirin û qedexeya derxistina alan kirin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye