Fermandariya Giştî ya YPJ'ê der barê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û nepêşwazîkirina cenazeyê Xezal Mewlan de ji aliyê nexweşxaneyê ve daxuyaniyek da.
YPJ'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), jinên têkoşer Pêşmerge Xezal Mewlan, Nada Mîrî û Semîra Allahyarî bi rêzdarî bibîrtînin.
Em êrîşên li ser baregehên Pêşmergeyên Komeleyê yên ku ji aliyê dewleta Îranê ve tên kirin, bi tundî şermezar dikin."
YPJ'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên Kurd ji bo parastina mafên gelê xwe û oxira yekîtî û yekrêziya Kurdî, berdêlên giranbiha didin.
YPJ'ê wiha lê zêde kir:
"Sedem çi dibe bila bibe, em nepêşwazîkirina termê Xezal Mewlan ji aliyê nexweşxaneyên herêma Başûrê Kurdistanê ve şermezar dikin û negirtina cenazeyê wê ji aliyê mizgeftê ve piştî şehîd bûnê rast nabînin.
Em banga lêpirsîneke lezgîn a der barê vê bûyerê de dikin.
Ji ber ku Xezal bi giranî birîndar bûbû, dikarîbû bihata rizgarkirin.
Ev nêzîkatî di warê hestî û mirovî de ji bo me hemû jinan û gelê Kurd giran hat.
Xezal weke jineke Kurd parastina ax û welatê xwe hilbijart."
Jinan rexine li rêveberiya nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê kir.
Li bajarê Zirganê jî endamên Kongreya Star, ji ber ku şervana jin pêşwazî nekirine û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya kongreya Star wiha ye:
"Mafê hemû mirovan ê tenduristiyê heye ku werin dermankirin.
Eger birîndar û nexweş neyên pêşwazîkirin, ev tê wateya ku nirx û rêgezên mirovî, tenduristî û exlaqî binpê kirine.
Em bang dikin ku bûyera nepêşwazîkirina şervana Kurd a birîndar li nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê were lêpirsînkirin.
Berpirsên vê yekê werin lêpirsînkirin û hesab ji wan were xwestin."
Di dawiyê de jinan rexine li nexweşxaneya Başûrê Kurdistanê kirin û bang li çapemenî û hiqûqnasan kirin ku balê bikişînin ser vê bûyerê.