Di 20 û 21ˊê Adara 2026ˊan de, di dema pîrozbahiya Newrozê de, li dijî malbatên Kurd û sembolên Kurdî êrîş pêk hatin.
Rojnamevan û çalakvanên medyayê yên ji Efrînê îro daxuyaniyek di der barê binpêkirinên ku qewimîne de, parve kir û dezgehên medyayê yên hikûmeta Veguhêz û berpirsên hikûmetê ji ber berovajîkirina rastiyan, paşguhkirina binpêkirinên belgekirî û tehrîkkirina li dijî Kurdan, berpirsiyar dîtin.
Di daxuyanî de wiha hate gotin:
"Em komek rojnamevan û çalakvanên medyayê yên ji herêma Efrînê ne, bi tundî şopandin û nûçeyên fermî û yên hikûmetê yên li ser bûyerên ku di 20 û 21ˊê Adara 2026ˊan de li herêmê qewimîn û êrîşên belgekirî yên bi delîlên deng û vîdyoyê yên li dijî şêniyên Kurd û ala Kurdî li Efrînê, li ser rêya Heleb-Efrîn û li bajarê Helebê şermezar dikin.
Ev nûçeyên medyayê bi awayekî zelal nîşan didin ku van binpêkirinan paşguh dikin û heta dibin sedema gurkirina gotinên kîndariyê."
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev xal li jêr hatine diyar dikirin:
Navenda Medyayê ya Efrînê ya girêdayî rêveberiya herêmê û Rêveberiya Medyayê ya Efrînê, êrîşên li dijî şêniyên Kurd an binpêkirinên li ser ala Kurdî di 20 û 21ˊê Adarê de neşopandin.
Li şûna wê, wan nûçeyên komên tehrîdker ên ku derbasî navenda bajarê Efrînê bûne û xwe wekî 'niştecihên Efrînê' pêşkêş kirin, şopandin.
Medyaya fermî ya hikûmetê, wekî Kanala El Exbariye El Sûriye û ajansa nûçeyan a SANAˊyê, êrîşên ku li dijî şêniyên Kurd û binpêkirinên li dijî ala Kurdî li Efrînê, li ser rêya Heleb û Efrînê qewimîne paşguh kirin.
Ev êrîş bi tevgerên gel ku hêrsa xwe li hember daxistina ala Sûriyê li bajarê Kobanê nîşan didin wesif kir.
Tevî hebûna rêveberê têkiliyên medyayî yê Parêzgeha Helebê Muitaz Xetab, di 21ˊê Adara 2026ˊan de li navenda bajêr û weşandina vîdyoyekê ji bajêr jî, lê wî behsa êrîş û binpêkirinên ku di heman demê de li ber çavên Hêzên Ewlekariya Hundirîn diqewimin nekir.
Wî tenê kiryarên provokatîf wekî beşek ji "hêrsa gel" hesiband.
Di daxuyaniya ku ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb de hatiye dayîn, behsa êrîşên ku li dijî welatiyên Kurd û ala Kurdî yên ku li Efrînê ne, li ser rêya Efrîn-Helebê û li bajarê Helebê pêk hatin, nehat kirin.
Ji wê zêdetir spasiya komên teşwîqker kir ku wan çoşa xwe ya hestiyarî nîşan da.
Rojnamevan û çalakvanên ji Efrînê di dawiya daxuyaniiya xwe de wiha gotin:
"Em wekî rojnamevan û çalakvanên medyayê, diyar dikin ku ev şopandinên medyayî rastiyê nîşan nadin, binpêkirinên belgekirî paşguh dikin û di gotinên kîndariyê de dibin alîkar.
Em bang li rayedarên têkildar û dezgehên medyayê yên fermî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên pîşeyî û exlaqî bi cih bînin, rastiyê wekî ku heye ragihînin û ji her xîtab an nûçeyeke ku dikare aloziyan gur bike yan binpêkirinan rewa bike dûr bisekinin."