Çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi motorsiklêtê rêya wî kalemêrî qut kirin û bêyî tu sedeman li kalemêrê bi navê Bedrî Elî yê 70 salî dan û erebe û pereyên wî dizîn.
Li gorî şahid û xizmên wî, êrîşkaran ew bi tundî eşkence kirin û gotinên xerab jî bikar anîn.
Ji ber giraniya birînên wî, ew bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneyê. Çavkaniyekê ji nexweşxaneya bajêr diyar kir ku şikestin û birînên di laşê wî de, pir giran in.
Ji sala 2018’an ve, çeteyên dewleta Tirk bi şêwazekî sîstematîk li Efrînê sûcan pêk tînin.