Wer xuya ye ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî merheleyên bang û daxuyaniyan, derbasî gavavêtinan dibe.
Ev demek e li Enqerê liv û tevgereke ya xebatên ji bo pêşxistin û pêkanîna divêtiyên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye.
Der barê vê mijarê de DEM Partî bi roleke sereke radibe.
Herî dawî Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya û naveroka civîna xwe ji raya giştî re parve kir û got:
“Ji bo rawestandina pêvajoyê derbas bibe, divê pêvajo bi qanûnan bê misogerkirin û pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike.
Heyeta me ya Îmraliyê bi partiyên siyasî û serokê meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kirin. Hevdîtinên heyeta me didomin. Di hevdîtinan de li ser çarçoveya qanûnî de gotûbêj û nirxandin hatin kirin.
Divê beriya meclîs bikeve betlaneyê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike”
Kurtulmuş: Divê li meclîsê qanûn bên çêkirin
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku ji bo pêvajo bê temamkirin û bi leztir bi rê ve biçe, divê li Meclîsê qanûn bên çêkirin.
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku ji bo pêvajo temam bibe hêzên ewlehiyê yên dewletê mekanîzmayên kontrolê bixin dewreyê û piştre jî li Meclîsê çêkirina qanûnan dest pê bike.”
Di bin banê wezareta dadê de çarçove qanûnek hatiye amadekirin
Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar pêk tên ji bo pêvajoyê di hinceta ewlehiyê de derxînin di nava hefeteyê de bi partiyên siyasî re hevdîtIn pêk anîn.
Ajansa Welat têkildarî naveroka van hevdîtinan hin agahî parve kirin.
Li gor agahiyên Ajansa Welat bi dest xistine, heyeta DEM Partiyê di nava hefteyê de bi desthilat, partiyên muxalîf û rêveberên dewletê re li ser çarçove qanûn dan û standin kirine.
Abdullah Ocalan pêşniyar ji partiyên siyasî re şandiye
Her wiha hevdîtinên heyetê dê di nava hefteyê de jî berdewam bike û mijara hevdîtinê jî çarçove qanûn e.
Her wiha li gor heman çavkaniyê, Abdullah Ocalan jî bi rêya heyetê divê çerçove qanûn çawa bibe hin pêşniyar ji partiyên siyasî re kirine.
Hat hînbûn ku peywendîdarên hiqûqê yên desthilatê di bin banê Wezareta Dadê de çarçove qanûnek amade kirine.
Her wiha hat ragihandin ku di nava hefteyê de hevdîtinên heyetê dê berdewam bikin û tê payîn ku piştî heyetê hevdîtinên xwe bi dawî kirin, dê serdana Girava Îmraliyê bikin.
Wezîrê Dadê Yê Tirkiyê: Wê yasaya pêvajoyê di demeke kurt de bê meclîsê
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Akin Gurlek bi daxuyaniyekê sererastkirin û amadekirina qanûnê piştrast kir.
Gurlek anî ziman ku xebata yasayî ya têkildarî pêvajoyê wê di nava demeke kurt de were Meclîsê û got:
Bi izna Xwedê wê li gel qanûnê tacîdar bibe û ev qanûn di nava demeke pir kurt de bikeve meriyetê.’
Raya giştî piştî van daxuyaniyan li bendê ye ku pêvajoya çêkirina qanûnan ji bo mijarên cuda neyên taloqkirin.