Parêzgarê Hesekê bi nûnerê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi nûnerê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ziyad Ayiş re civiya. Di civînê de li hev kirin ku di demeke nêzîk de zêdeyî 300 dîlgirtî werin berdan

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rûpela facbookê ya Parêzgeha Hesekê, Îro, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi amadebûna kesên peywendîdar bi nûnerê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê Ziyad Ayiş re civiya.

Di civînê de dosyaya dîlgirtiyan, Qesra Edlî û vegera koçberan hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de, her du aliyan li ser çalakkirina Qesra Edlî li gorî mekanîzmayeke taybet û berdana zêdeyî 300 dîlgirtiyan di demeke nêzîk de li hev kirin.

Di dawiya civînê de jî, teqezî li ser temamkirina bicihanîna gavên proseya entegrasyonê hat kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye