QSD û rêveberiya Şamê li Hesekê civiyan

Li bajarê Hesekê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de, di çarçoveya peymana 29’ê çileyê de, civîneke krîtîk pêk hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de gavên ku wê di pêvajoya entegrasyonê de bên avêtin û mijara pevguhertina dîlan di rojevê de bûn.

Ji bilî nûnerê taybet ê serokkomariya Sûriyê, berpirsê pêkanîna peymanê tuggeneral Ziyad Ayiş, alîkarê wezîrê parastinê yê Sûriyê Sîpan Hemo, fermandarê tumena firqeya 60’î Ebd Casim, alîkarê fermandar Tuggeneral Mudar Necar, alîkarê duyem Çiya Kobanî û serokê şaxê kontrol û teftîşê yê tumena firqeya 60’î Mehmûd Îbrahîm beşdarî hevdîtinê bûn.

Di civînê de, di serî de pêvajoya entegrasyona leşkerî û sererastkirinên ewlehiyê yên li herêmê, gelek sernavên cuda hatin destgirtin.

Her wiha mijarên wekî jinûveavakirina pergala dadê li Hesekê, vekirina dadgehan û dayîna pêşaniyê ji bo dosyayên girtiyan hatin nirxandin.

Der barê pevguhertina dîlan de ku yek ji xalên sereke yên rojevê bû, hat diyarkirin ku alî amadekariyên xwe berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye