Kampa Surdaşê careke din hat bombebarankirin

Careke din kampa Surdaşê ya li sînorê Silêmaniyê ku Kurdên Rojhilat li wir bi cih bûne, hate bombebarankirin. Li gorî agahiyan di encama êrîşê de, ti ziyanên canî çênebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîş û bombebaranên rejîma Îranê yên li ser kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê berdewam in.

Di saetên nîvro de, kampa Surdaşê ya li sînorê bajarokê Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, bi mûşekan hate bombebarankirin.

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Emced Huseyn Penahî ji ajansa Rojnews’ê re ragihand ku îro saet 13:24’an bi rêya du mûşekan êrîş li ser Kampa Surdaşê ya li sînroê bajarokê Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve hate kirin.

Emced Huseyn Penahî da zanîn ku di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûye, lê zirer û ziyanên madî bi kampê hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye