Li Rojava di dosyaya perwerdeyê û bi taybet jî mijara dibistanan de, hîn jî di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz de pirsgirêk derdikevin.
Wezareta perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, ji bo navên dibistanên li Qamişloyê, lîsteyek ji Rêveberiya Dibistanan a bajêr re şand.
Rêveberiya Dibistanan ev lîste red kir û li beramberî wê lîsteyek şand Şamê.
Mijara navan hîn tê gotûbêjkirin û nehatiye zelalkirin.
Lê di vê navberê de li bajarên wekî Qamişloyê ezmûnên xwendekarên dibistanên girêdayî hikûmetê dê pêk werin.
Ezmûnên refên 9 û 12’an dê di 4’ê Hezîranê de dest pê bikin.
Wezareta Perwerdeyê li ser vê yekê, lîsteya navên dibistanên ku dê ezmûn li wan werin pêşkêşkirin şandiye.
Lê navên dibistanan dîsa hatine guhertin.
Li bajarê Qamişloyê navê Dibistana Şehîd Diyar wekî “Esed El-Dîn Şêrko”, navê Dibistana Şehîd Şervan, wekî “Şeref Xan El-Bedlîsî-2”, navê Dibistana Şehîd Ferhad Kat wekî “Hitîn” (di dema rejîma Baasê de heman nav bû), navê Dibistana Hesen Mehmûd Xelef wekî “Eqebe Bin Nafii” guhertine.
Tê gotin ku dê Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê vê lîsteyê jî red bike û bersiva xwe bide.
Mijara perwerdeyê, bernameya wê û materyalên ku dê werin amadekirin, yek ji xalên girîng ên Peymana 29`ê Çileyê ye.
Nîqaş û gotûbêjên li ser mijarê yên di navbera Şam û rêveberiya Rojava de berdewam dikin.
Lê di rojên dawîn de navên dibistanan jî ketine rojevê.