Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê bi Bafil Talebanî Û Tom Barrack re civiya

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Silêmaniyê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mazlûm Ebdî re civiya. Di heman çarçoveyê de Bafil Celal Talebanî, Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî civiyan. Di civînê de hat diyarkirin ku divê Şam rêzê li tevahiya pêkhateyên Sûriyê bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşana Silêmaniyê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) General Mazlûm Ebdî re civiya.

Endamê Polîtburoya YNK'ê Qubad Talebanî jî di civînê de amade bû.

Di civînê de li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî behsa beşdariya xwe ya di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de kir û guherînên dawî yên li Sûriyê rave kirin.

Ebdî ji bo helwest û piştgiriya wan a di têkoşîna li dijî terorê de spasiya YNK'ê kir.

Serokê YNK'ê Bafil Talebanî jî diyar kir ku ew ê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bidomînin û got:

“Heta ku Sûriyê bibe welatek ku hemû kes tê de bibe xwedî maf, em ê piştgiriya xwe bidomînin.”

Talebanî destnîşan kir ku divê hikûmeta Sûriyê rengvedana hemû pêkhateyên civakê be.

Di heman çarçoveyê de Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Di civînê de ku Endamê Polîtburoya YNK’ê Qubad Talebanî jî amade bû.

Qubad Talebanî di civînê de bal kişand ser bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de û dawîanîna astengiyên li pêşiya peymanê.

Her wiha beşdarên civînê diyar kirin ku divê Şam rêzê li tevahiya pêkhateyên Sûriyê bigire.

Her di civînê de hat gotin ku ew ê alîkariya Sûriyê bikin da ku li herêmê û di nava civaka navneteweyî de bibe welatekî avaker.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye