Balafirgeha Bexdayê hat girtin, wezaretê sedem eşkere kir

Wezareta Veguhestinê ya Hikûmeta Îraqê derbarê girtina Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de daxuyaniyek da. Wezaretê ragihand ku sedema girtinê "tenê pirsgirêkeke teknîkî" ye û dê di çend demjimêrên bê de geşt dîsa dest pê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya Îraqê Meysam Safî ji medyaya fermî ya Îraqê re axivî.

Meysam Safî got ku girtina demkî ya Balafirgeha Bexdayê ji ber "pirsgirêkeke teknîkî ya ji nişka ve" ye.

Her wiha Berdevkê Wezaretê wiha domand:

"Ev gav wekî tedbîreke lezgîn a parastinê bû, ji bo ku asta ewlehiyê li gorî pîvanên navneteweyî were parastin."

Meysam Safî da zanîn ku tîmên teknîkî yên pispor yekser dest bi diyarkirin û çareserkirina pirsgirêkê kiriye û ev kar li gorî mercên Rêxistina Hewavaniyê ya Sivîl a Navneteweyî tê kirin.

Berdevkê Wezaretê ew gotegotên ku qala girtina balafirgehê ya ji ber “sedemên ewlehiyê” dikin, red kirin û wiha got:

"Tu bingeha wan nûçeyan a rast nîn e û pişta xwe naspêrin tu çavkaniya fermî.

Piştî ku karên sererastkirin û pişkinînên teknîkî bi dawî bibin, di çend demjimêrên bê de balafirgeh dê careke din vebe."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye