Wezêrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth, piştî agirbesta di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de, got ku Amerîkayê serkeftineke leşkerî ya biryardar li Îranê bi dest xistiye.
Pete Hegseth destnîşan kir ku Amerîkayê tenê ji %10'ê hêza xwe li dijî Îranê bi kar aniye.
Hegseth da zanîn ku wan bernameya mûşekî ya Îranê bi temamî wêran kiriye û wiha lê zêdê kir:
“Kargehên Îranê hilweşiyane û bi erdê re bûne yek”.
Amerîka: Agirbesta heyî demkî ye û hêzên me di amadebaşiyê de ne
Ji aliyekî din ve jî, Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê, General Dan Keane, diyar kir ku armancên leşkerî yên Amerîkayê li Îranê hatine bidestxistin û destnîşan kir ku agirbest demkî ye û hêzên wan hîn jî ji bo şer amade ne.
Amerîka: Me zêdetirî 13 hezar hedef li Îranê wêran kiriye
Her wiha General Dan Keane yê Amerîkî bi bîr xist ku wan zêdetirî 13 hezar hedef li Îranê armanc girtine, di nav wan de, 4 hezar hedefên stratejîk bûn.
Di heman demê de, Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê, General Dan Keane daxuyakirin ku Amerîkayê zêdetirî 2 hezar navendên fermandariya lojîstîkê li Îranê wêran kiriye û zêdetirî 150 keştiyên Îranê li Okyanûsê tune kiriye.
Îran: Me droneke Hermes 900 li ser bajarê Larê yê parêzgeha Farsê xistiye xwarê
Supaya Pasdarên Îranê jî, ragihand ku wan droneke pêşketî ya Hermes 900 li ser bajarê Larê yê parêzgeha Farsê xistiye xwarê.
Supaya Pasdaran tekez kir ku ketina her balafireke Amerîkî yan Îsraîlî di nav qada hewayî ya Îranê de, heta bêyî ku operasyonên leşkerî pêk bîne jî, binpêkirina agirbestê ye û dê bi bersiveke tund re rû bi rû bimîne.