Li gorî ajansa nûçeyan a Deweta Îranê Fars eşkere kir, Piştî ku Îsraîlê peymana agirbestê bin pê kir, Tehranê tevgera tanker û keştîyên petrolê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin rawestand.
Ev yek jî piştî êrîşên tund ên Îsraîlê li ser Libnanê pêk hat.
"Eger Îsraîl êrîşên xwe li ser Libnanê bidomîne Tehran dê ji agirbestê vekişe"
Her wiha ajansa Tesnîmê, ji çavkaniyekî agahdar ragihandiye ku eger Îsraîl êrîşên xwe li ser Libnanê bidomîne, Tehran dê ji agirbestê vekişe.
Li gorî heman çavkaniyê, rawestandina êrîşên li ser Libnanê jî beşek ji plana agirbestê bû.
Trump: Tehran dizane ku Libnan di peymana agirbestê de nîn e
BBC jî belav kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daye xuyakirin ku Libnan di peymana agirbestê de nîn e.
Trump rave kir ku dûrxistina Libnanê ji ber Hizbullahê bû û ji ber vê yekê rageşiya li Libnanê berdewam dike.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Tehran agahdar e ku agirbest ji bo Libnanê ne derbas dar e.
Di heman çarçoveyê de jî, Rojnameya New York Postê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye ku danûstandinên rasterast bi Îranê re dê "di demeke pir nêzîk de" pêk werin.
Emmanuel Macron da zanîn ku divê agirbest bi tevahî Libnanê jî di nav xwe de bigire.