Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz îro saet derdora 10.00’an, ji aliyê Çerxerêya Şêxan ve, bi tangek û 5 wesayîtên ku çekên doçka li ser hatine barkirin, hewil dan êrîşî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bikin.
Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariyê ew xistin kemînê û derbeyên giran li wan xistin.
Li gorî agahiyan di encama pevçûnan de wesayîteke çeteyan a ku doçka li ser barkirî bû, bi temamî hat rûxandin.
Her wiha gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hat zanîn ku çeteyan ji aliyê Girê Kastelo ve jî êrîşek pêk aniye, hêzên ewlekariyê jî bersiva tund daye û êrîş têk biriye.
Her wiha li derdora Nexweşxaneya Yewnanî çeteyek hat kuştin. Çeteyên êrîşkar, cenaze li erdê hişt û reviyan.
Di heman demê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêx Meqsûd û Eşrefiyê belav kirine, komên çekdar navenda çandiniyê jî veguherandine cihê êrîşan.
Hat ragihandin ku li Kastelo û Çerxerêya Şêxan şer û pevçûn berdewam dikin.