Barak: Baweriya min bi Ehmed El- Şeri heye

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Tom Barak, diyar kir ku armancên niha yên El Şeri bi armanc û hêviyên rêveberiya Amerîkayê re, li hev dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Barak anî ziman ku serokê Sûriyê, hewl dide ku pirsgirêkên bi cîranên Sûriyê re çareser bike, bi herêma derdorê re têgihîştinan çêbike û welatê xwe vegerîne rêyeke nû ya geşbûn û aramiyê.

Barak eşkere kir ku her du alî, li Parîsê civiyan û dû re civîneke duyemîn jî, li dar xistin û atmosfera civînê erênî bû.

Nûnerê Amerîkayê da zanîn ku piştî êrîşên Îsraîl li dijî Xezeyê, Ehmed El-Şeri beweriya xwe bi Îsraîlê nake. Lê ew amade ye ku ji bo berjewendiya welatê xwe, danûstandinan bike.

Barak destnîşan kir ku gotûbêjên di navbera Sûriyê û Îsraîlê de erênî ne, lê lihevkirinek pir dûr e.

Ehmed El-Şeri jî, diyar kir ku her du alî di danûstandinên peymana ewlehiyê de pêşketin çêdikirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24